DYE'yê pêkanîn li ser du komên çete yên Enqereyê ferz kir

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) biryara pêkanînan li ser du komên çete da ku di bin bandora dewleta Tirk a dagirker de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên giran dikin.

Li gorî nûçeya Assocîated Press (AP), pêkanîn li ser komên çete yên bi navê Tûgaya Suleyman Şah û Tumena Hamza hatiye ferzkirin. Berpirsyarên van komên çete Mûhammed Huseyîn el Casim, Velîd Huseyîn el Casim û Seyf Boûlad Ebû Bekir ketin ber pêkanînan.

Ofîsa Kontrolkirina Hebûneyên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê diyar kir ku komên çete gel bi zorê koçber dike, mirovan direvîne û fîdye dixwaze, dest datîne ser malê gelê xwecihî û bi van rêyan bi milyonan dolar bi dest xistine, lewma pêkanîn li ser wan komên çete hatiye ferzkirin.