Li Herêma Firatê 15’ê Tebaxê bi coş hat pîrozkirin

Bi hezaran xelkê Herêma Firatê pêngava 15’ê Tebaxê bi coşek mezin pîroz kirin.

Bi dirûşmeya "Bi pêngava 15’ê Tebaxê dagirkeriyê têk bibin cenga azadiyê ser bixin" li qada Şehîd Egîd pîrozbahiyek hat lidarxistin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Fermandar Egîd û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xemilandin.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto axivî û got: “15’ê Tebaxê jiyanek nû afirand û dawî li tarîtiyê anî.15’ê Tebaxê hişyarkirina gelê Kurd ji xewa giran e, ji wê rojê ta roja me ya îro bênavber têkoşîn û berxwedanî berdewam dike. Vaye bi rihê wê berxwedaniyê şoreşa Rojava çêbû. Em wê sozê didin ku em ê heta dawî li ser destkeftiyên 15’ê Tebaxê li berxwe bidin. Em bang li gel dikin ku em bi hev re dawî li dagirkeriyê bînin.”

Piştre ji aliyê Çand û Hunera Baqî Xido ve komên hunerî derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.