Li Girê Spî 12 kes hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûrê kantona Girê Spî ya dagirkirî zarok jî di nav de 12 kes revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûrê kantona Girê Spî ya dagirkirî zarok jî di nav de 12 kes revandin.
Çeteyên "Polîsa Leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker îro êrişî bajarokê El Turkmen kir (17 kîlometre başûrê Girê Spî) û 12 kes revandin.
Hat diyarkirin ku di nava kesên hatine revandin de 2 zarokên birayê hev ên di bin 16 saliyê de hene. Navên zarokan Udey û Merwan Mihemed e.
Hat ragihandin ku kesên hatine revandin birine beşa "têkoşîna li dijî terorê" ya li Girê Spî ya dagirkirî.
Revandina welatiyan û xwestina fîdyayan li hember serbestberdana wan yek ji rêbazên komkirina pereyan e ku çete ji 2019`an ve li Girê Spî dikin. Di berdêla berdana her yek ji kesên revandî de serçeteyê bi navê Ebû Rebî El Idlibî yê beşa "têkoşîna li dijî terorê" hezar dolarî distîne.