Çeteyên dewleta Tirk Hesen Xidir El Hemo revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî welatiyê bi navê Hesen Xidir El Hemo revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî welatiyê bi navê Hesen Xidir El Hemo revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li ser benda kontrolê ya gundê Tirindê welatiyê bi navê Hesen Xidir El Hemo (26) yê ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa revand.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku dema Hesen El Hemo ji bajarokê Basûtê vedigeriya bajarê Efrînê, ji aliyê çeteyan ve hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate birin.
Dewleta Tirk duh jî 7 welatî ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî revandibû.