Silêman Îbrahîm: Em hêza xwe ji îrade û biryardariya xwe digirin

Silêman Îbrahîm ê xazî da zanîn ku weke tevgereke biçûk bi berxwedana xwe îro li tevahî cîhanê deng vedidin û got, "Em hêza xwe ji îrade û biryardariya xwe digirin."

Di nava civaka Kurdistanê de her ciwanek dîrokeke û çîrokekê di nava xwe de dihewîne.  Silêman Îbrahîm jî yek ji wan e ku çîroka xwe ya lehengiyê di Şoreşa Rojava de neqişandiye. Silêman Îbrahîm ê ku di salên 1995’ê li gundê Metînê yê Kobanê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, lêgerîna wî pêş dikeve û bi destpêkirina Şoreşa Rojava re weke her ciwanekî Kurd berê xwe dide nava çeperên berxwedanê. Tevlî gelek pêngavên rizgarkirinê dibe û di dema erka xwe ya pêşengiyê pêk tîne de li Kobanê mayîna ku çeteyan danîne diteqe û ji çavên xwe birîndar dibe.

Silêman Îbrahîm ê ku vê berdêlê mîna diyariyek ji bo hebûna Kurdistanê dibîne wiha dibêje, “Bi çekên biçûk me dest bi berxwedanê kir, vaye îro em bûne hêzeke gelekî mezin. Ev hêz ne hêza bi çekên giran şerkirine, hêza vîn û biryardariyê ye. Ez di beşekî şerê Kobanê de beşdar bûm, şerê man û nemanê bû,. şerê ku bû destan di nava wê dîrokê de, ew dîroka ku rûyê xwe li ser Kurdîtiya me girtiye, lê bi xwîna keç û xortan hat nivîsandin û hat îsbatkirin ku em hene û em ê hebin. 

Êdî me dest bi pêngavan kir, Girê Spî û Sirînê me gundên li dora Sirînê ji destê çeteyan rêzgar kir, di wan kêliyan de komkujiya Kobanê ya bi êş pêk dihat. Di wê komkujiyê de zarokên sêwî, evînên nîvçomayî û dayîkên kezebşewîtî man. Xeyalên bi xwîne, di mejî de bûye çîrok û nayê jibîrkirin.”

Silêman Îbrahîm di berdewamiyê de diyar kir ku, piştî rizgarkirina Kobanê ew ji bo şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên hov berê xwe daye gundewarên Sirînê û wiha axivî, “Di sala 2015’an de bi rêya mayînekê ez birîndar bûm, her du çavên min çû. Yek nabînim û ya din jî baş xuya nake. Li pêşiya min cîhan reş bûbû. Min pirsên mîna, ev çi bû, gelo ez kor bûm êdî?, gelo êdî tiştek xuya nake? çi li çavê min hatiye? gelo car din li ber eynikê ez ê bejna xwe bibinim? Ji xwe pirs dikir. Di wan kêliyan de dinya li min reş tarî bû û xeyalek diçe û yek jî tê, gelo çi diqewime di van kêliyan de, nizanim, tiştê ez dizanim ew bû ku çavê min çûbûn. 

Piştî ku çavê min wisa bû, roj bi roj çirûska hêviyê di nava jiyana min de ronî dibû. Malbat û hevriyên min ji bo min bûn hêz ku bikaribim rabim ser piyan û jiyana xwe bidomînim. Xeyala rast ew e ku em bikaribin civakeke exlaq û polîtîk bidin avakirin, vaye ez rabûm û çavekî min dibîne, ez ê ew xeyalê xwe yê nîvçomayî temam bikim û têbikoşim.”