Li Şêrawayê gundiyekî din hate revandin

Dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê sivîlekî din revand. Aqûbeta kesê hatiye revandin nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, endamên koma çete ya 'Feyleq El Şam' a ser bi dewleta Tirk a dagirker ve ye, li gundê Bûrc Heyder ê navçeya Şêrawayê sivîlê bi navê Arîf Gulê Xeyrî revand. Nayê zanîn ku kesê hatiye revandin bi ku ve birine.

Di daxuyaniyeke beriya niha ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê de hatibû ragihandin ku koma çete ji bo danûstandina narkotîkê ya navbera herêmên hikumeta Şamê û gundên Şêrawayê hêsan bikin, dor li gundê Bûrc Heyder pêçandine.

Her wiha ragihand ku çeteyan erebeyeke barhilgira 5 kg eroîn û zêdetirî mîlyon û nîvek hebên captagonê ji bajarokên Nibul û Zehrayê, di rêya gundê Burc Heyder re derbasî Efrînê kir.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyên "Feyleq El Şam" girtin ser mala welatiyê bi navê Arif Ebû Silêman (52) ê ji gundê Burc Heyder û dest danîn ser tevahî telefonên destan ên malbatê.