Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş kirin: 3 leşkerên Şamê mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Palmîrayê êrîş birin ser depoyeke cebilxane ya hêzên alîgirê Şamê. Di encamê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Palmîrayê êrîş birin ser depoyeke cebilxane ya hêzên alîgirê Şamê. Di encamê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin.
SOHR'ê ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê di şeva Duşemê de li herêma Palmîrayê êrîş birin ser depoyeke cebilxane ya li qada çolî.
Li gorî daxuyaniyê, ji hêzên alîgirê Şamê 3 kesmirin, 8 jî birîndar bûn.
Çeteyên DAÎŞ'ê dema dawî li çola Sûriyeyê êrîşên li ser hêzên Şamê zêde kirine.
Li rojhilatê welêt beriya çend rojan êrîşek li ser otobuseke ji hêzên Şamê hatibû kirin û 33 leşkerên Şamê hatibûn kuştin.
Li gorî SOHR'ê ji destpêka salê û vir ve li çola Sûriyeyê di êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de 243 leşkerên Şamê û 157 sivîl hatin kuştin.
Ji sala 2019'an û vir ve çar şefên çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Yê dawî 3'ê Tebaxê hate kuştin û yekî nû li şûna wî hate danîn.