Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo 15'ê Tebaxê

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 39’emîn ya Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin û fermandarê efsanewî şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi bîr anî. Li gelek bajaran şahî hatin lidarxistin. Her wiha serdana gorên şehîdan hate kirin.

Li Qamişloyê, şahî li parka taxa Kornêş bi beşdariya bi dehan şêniyên bajêr û kesên xwedî pêdiviyên taybet lidar ket.

Di şahiyê de peyamek bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya taxa Kornêş ji aliyê Xufran Kewkeb ve hat xwendin ku têde got: “Ev pêngav piştrast kir ku gelê Kurd dikare pêşengtiyê di qonaxa rizgarkirina gelan de bike.”

Xufran Kewkeb destnîşan kir ku destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya Pêngava 15’yê Tebaxê ne.

Şahî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bidawî bû.

TEBQA

Bi dehan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk û partiyên siyasî, meclisên leşkerî û tevgerên jinan û yên ciwanan beşdarî şahiyê bûn.

Şahî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan lidar ket.

Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hine El Xelîl got: “Pêngava 15’yê Tebaxê ya bi pêşengtiya şehîd Egîd ne tenê ji bo Kurdan, herwiha ji bo hemû gelên bindest û dagirkirî dîrokeke taybete.”

Hind Xelîl destnîşan kir ku Pêngava 15’yê Tebaxê rê li ber qirkirina gelê Kurd girt ku ew derfeta azadiyê ya yekemîn û ya dawîn bû ji bo gelê Kurd û heta niha jî berxwedana gel didome.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

TIL TEMIR

Bi dehan şêniyên navçeyê bi karwaneke wesayîtan salvegera Pêngava 15’yê Tebaxê pîroz kir.

Karwanê wesayîtan li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bû û li nav kolanên navçeyê geriya û li navenda navçeyê rawestiya.

KOBANÊ

Şêniyên bajêr Pêngava 15’ê Tebaxê li goristana şehîd Dîcle bibîr anî.

Di serî de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto şehîdên meha Tebaxê bibîr anîn û got: “Pêngava 15’yê Tebaxê jiyaneke nû bû ji bo gelê Kurd.”

Piştre mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.