Hêzên Ewlekariya Hundirîn: 2 endamên me birîndar bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyê ragihand ku di encama teqîna bombeyekê de 2 endamên wan birîndar bûne.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Duh êvarî (12'ê Tebaxê) li ser rêya navbera bajarê Hesekê û bajarokê Holê, wesayîteke me ya leşkerî piştî ku ji bajarokê Holê derketibû û ber bi Hesekê ve diçû, bû armanca teqemeniyekê. Di encama teqînê de 2 endamên me birîndar bûn. Endamên me yên birîndar ji nexweşxaneya meydanî yê bajarê Hesekê re hatin veguhestin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Dezgeha Ewlekariya Giştî dest bi lêpirsîn û lêkolînên pêwîst kiriye.