Li depoyên cebilxaneyê yên nêzî Şamê teqînek pêk hat
Li depoyên cebilxaneyan ên komên milîsên alîgirê Îranê yên li nêzî paytexta Sûriye Şamê, teqîneke mezin pêk hat.
Li depoyên cebilxaneyan ên komên milîsên alîgirê Îranê yên li nêzî paytexta Sûriye Şamê, teqîneke mezin pêk hat.
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li Şam û derdora wê ber bi destê sibehê ve teqîn pêk hat.
Hate ragihandin ku teqîn 'li depoyên cebilxane yên milîsên alîgirê Îranê' pêk hatiye, ku tifaqa hikumeta Şamê ne.
Saziyê diyar kir ku ew nizanin bê teqîn ji ber êrîşeke hewayî ye, yan jî bejahî ye.
Roja Duşemê balafirên şer ên Îsraîlê bombe li depoyên çekan û nuqteyên leşkerî yên li derdora Şamê barandibûn, ji milîsên alîgirê Îranê 2 kes û 4 leşkerên Şamê kuştibûn. Di herdu êrîşan de 2 leşkerên Şamê û 5 milîs jî birîndar bûn.
19'ê Tîrmehê li nêzî Şamê hin nuqteyên komên milîs ên artêşa Îranê û artêşa Şamê ji hewayê hatibûn bombekirin û di encamê de 3 milîsan jiyana xwe ji dest dabûn.