‘Dema ku min çavê xwe vekirin, 3 roj derbas bûbûn’

“Ketim cîhaneke tarî, nizanim ez li ku me, dema min çavên xwe vekir li ser vê cîhana tarî 3 roj derbas bûye, lê dîsa jî min riya berxwedaniyê şopand.”

Piştî Şoreşa Rojava qefil bi qefil ciwanê Kurd tevlî nava Şoreşê bûn û şoreş bi rê ve birin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje, "Me bi ciwantiyê destpê kir û em ê bi ciwantiyê jî bi ser bikevin." Ji bo ku ciwan jî serketinê teqez bikin berê xwe didin şoreşê. Serdar jî yek ji aşiqê vê şoreşê ye û dibêje, “Min ew soz da ku bêyî teredûd em civakeke exlaq û polîtîk û hêviya ku xeyalên me digihîne serkeftinê pêk bînin. Me kir û vaye jî em ê heta heta jî bikin.”

Serdar Şêx Ehmed yê ji gundê Serbehûrê yê girêdayî Kobanê, di sala 1985’an de ji dayik bûye. Serdar got, “Li bajarê Helebê ez mezin bûm, li gel deh salî ji jiyana xwe, min tevgera azadiyê bi hatina hevalan nas kir. Ji ber rewşa aloz li Helebê, li gel malbata xwe derbasî Kobanê bûm. Piştî ku roja vejînê ya şoreşa Rojava destpê kir, êdî bêy teredûd min got ez ê bibim parçeyek ji vê şoreşê. Ji bo ku ez jî bikaribim civakeke exlaq û polîtîk mîsoger bikim û serkeftina ku hêvî dikim teqez bikim, min ew soz da ku ez bêyî teredûd têbikoşim.

Êdî êrîşên çeteyên Cebhet El Nûsra, li gundê Qişlê destpê kirin. Têde du hevrêyên min şehîd bûn. Di wê kêliyê de jiyan li min hat guhertin, volkanek di dil de rabû û dikele. Êdî êrîş zêde bû û gihişt kaşê Miştenûr. Li ser Miştenûr pevçûneke gelekî mezin rû da. Dema şer derbasî Kobanê bû, ez bi giranî birîndar bûm, min jî hîna zêdetir bi moraleke xurt têkoşîn kir.

Dengê Çeteyan tê me û bang dikin, ew jî ji bo me nebû tirs, me ew soza daye û me gotiye em ê hebin. Ez û hevrêyekî xwe bûn û weke her şervanekî me bi dilsozî û eşqeke mezin axa Kobanê diparast. Dîsa çeteyan, êrîş kir vê carê ne tenê êrîşeke wisa bû, lê êrîşî xeyalên min ên nîvçomayî jî kir, bi guleyan êrîş kirin, ev gule weke baranê li ser me dibare, di wê bahoza guleyan de hevrêyê min ket, dema min xwest ez wî rizgar bikim, ez jî ketim. Ketim nava tarîtiyekê de, dema min çavên xwe vekir, li ser wê tarîtiya ku min têde jiyan kirî sê roj derbas bûn, min dît ez li nexweşxaneya Pirsûs a Bakurê Kurdistanê me, li dor serê min bi paçên spî mirov bêje ku guliyek hûnandine. Gule di serê min de ye, min destên xwe dirêjî serê xwe kir û min cara destpêkê serê xwe hîs nekir. Gelekî diêşe, ma çi qewimî? Çi bû? Nizam, nikarim bifikirim jî, tuyê bêjî qey di mejiyê min de şer û pevçûn heye diêşe û janeke sor têde ye.

Canê min giran bûye, tuyê bêjî bi kîloyan di canê min de daliqandine, dîsa bi israr min berê xwe da Kobanê. Me êdî berê xwe da gundan û li gundan berxwedaniya man û nemanê kir, di wê pêngava li gundan de, du meh û nîv derbas bûn.

Di mejiyê min de xeyal nîvço dimîne û diêşe, difikrim fikra min nîvço dimîne, serê min de pevçûne, di pêngava Xerab Hişkê de min cih girt. Li wir ji ber roketekê di erebeyê de, ez ser hişên xwe çûm, 7 heyvan min xwe nas nekir, gelo ez kî me? Çi li min hatiye, nizanim çi bûye, tiştê ez dizanim, ku ez xwe nasnakim ez kî me. Êdî hêdî hêdî rewşa tenduristiya min baş bû û dîsa jî min dest bi têkoşîna li hemberî dagirkeriyê kir û min cihê xwe di gelek têkoşînan de girt. Xeyalê min jî avakirina civakeke exlaq û polîtîk e ku ez ê heta dawiyê li pey vê xeyalê bim.”