Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê li Efrînê, têkildarê sûcên li dijî jinan li Efrîna dagirkirî hatine kirin daxuyanî da.
Daxuyanî li Kampa Serdemê ku koçberên Efrînî lê ne hat dayîn, Endamên rêxistinê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
Endamê rêxistinê Heyhan Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên çekdar ên girêdayê piştî herêma Efrînê dagir kir, di her warê jiyanê de, di serî de jinên Efrînî, sûcên revandinê û êşkence û her sûc kirin.’’
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
Tevî gelek qanûnên navneteweyî êşkenceya bi her awayî li zarokan tê kirin. Dewleta Tirk li kirina sûcên xwe yên berpêyî jin û zarokan dewam dike.’’
Rêxistina Mafên Mirovan, ji roja ku dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye ta bi niha sûc û binpêkariyên hatine kirin wiha rêz bi rêz kirin:
Revandin: Zêdeyê hezarî jin hatine revandin û aqûbeta gelekên ji wan ne diyar e.
Kuştin: 99 jin hatine qetilkirin. Ji van jinan 9 jê bi çi awayî xwe kuştiye ne diyar e.
Tundî û destdirêjiya zayendî li 74 jinan hatiye kirin.’’
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
‘’Zarokên qîzîn bi zorê tên zewicandin.
Em aktîvîstên jin ên mafên mirovan, bang li hemû rêxistinên hiqûqî, mirovî û yên jinan ên navneteweyî dikin ku li dijî sûcên berpêyî hemû welatiyên li ser axa dagirkirî ya ji bakur ta bi bakurê rojhilatê Sûriyeyê, bi erka xwe ya exlaqî rabibin û li qanûnan bibin xwedî. Bi taybetî divê kiryarên sûcên berpêyî jin û zarokan bên cezakirin, zext li dewleta Tirk a dagirker bê kirin ku ji hemû axa dagir kiriye vebikişe, derfeta vegera li axa xwe ji bo koçberan bê çêkirin. Divê alîkariya madî û manewî bi mexdûran re bê kirin.’’