Asya El Hisên: Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê têbikoşin

Asya El Hisên diyar kir, ku ku pêngava azadiyê li cîhanê deng vedaye û destnîşan kir, ku fikrê Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk çareseriya îdeal e ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn.

Endama Komîteya Înîsiyatîfa Gel a Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan li bajarê Minbicê Asya El-Hisên got, "Pêngava cîhanî ku li 74 bajaran hate destpêkirin, bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan destpê kir. Destpêkirina pêngaveke bi vî rengî ya gerdûnî, nîşan dide ku fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan li cîhanê belav bûye."

Asya El Hisên bi dewamî got, "Piştî ku di 14'ê Cotmehê de pêngavê destpê kir, Komîteya Înîsiyatîfa Gel a Sûriyeyê jî tevlî pêngavê bû. Piştre gelek saziyan piştgirî û beşdariya xwe ya li nava pêngavê ragihandin."

Asya El Hisên bal kişand ser girîngiya fikir û projeya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Îro li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên gelekî dijwar û li dijî mirovahiyê de tê girtin. Ji ber vê yekê em dibînin ku dewleta Tirk ji bo şikandina vîna wî û gelên azadîxwaz, li dijî Rêber Abdulah Ocalan her cûre rêbaz û êşkenceya psîkolojîk datînin. 

Li 74 bajarnên cîhanê pêngava azadiyê hat destpêkirin, lê bi saya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku li cîhanê belav bûye, îro hejmara bajarên ku tevlî vê kampanyayê dibin zêde dibe."

Asya El Hisên got, "Divê dewleta Tirk û hêzên tevlî komploya navneteweyî bûne zanibin ku alîgirên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heta azadiya rêbertî wê li ber xwe bidin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan û projeya neteweya demokratîk çareseriya îdeal e ji bo hemû pirsgirêkên heyî yên li tevahiya Rojhilata Navîn."

Asya El Hisên diyar kir ku projeya neteweya demokratîk û ezmûna xwerêveberiyê bûye mînakek ji bo demokrasî, biratiya gelan û jiyana hevbeş û got, "Ji ber vê yekê em weke Komîteya Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan, tevî hemû şert û mercên dijwar jî li hemberî Rêberê ku li girtîgeha Îmraliyê berxwedaneke bêhempa nîşan dide, em soz didin."

Endama Komîteya Înîsiyatîfa Gel a Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan a bajarê Minbicê Asya El Hisên di dawiya axaftina xwe de got, "Wê çalakî û têkoşîna me dewam bike, heta ku rêxistinên mafên mirovan, di serî de CPT daxwazên me yên ji bo rakirina tecrîdê bi cih bînin."