QSD: Li Reqayê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Hêzên Antî-Teror ên QSD’ê li Reqayê operasyon li dar xist, di encama operasyonê de çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin.
Hêzên Antî-Teror ên QSD’ê li Reqayê operasyon li dar xist, di encama operasyonê de çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Reqayê operasyon li dar xist, di encama operasyonê de çeteyî DAÎŞ’ê girtine.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:
′′Di çaçroveya operasyênên me yên domdar ên li dijî bermahiyên rêxistina DAÎŞ a terorîst de, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yên girêdayî hêzên me (QSD), operasyonek li dar xist. Operasyon duh (duşemê 20′ê Mijdarê) li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê Reqayê, bi piştevanî û çavdêriya hewayî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Di encamê de yekîneyên me terorîstê bi navê Mihemed Mehmûd Hemade girt.
Terorîstê hatî girtin, karê revandina kesên di nava ′Eşbal El Xîlafe′ ji kampên malbatên rêxistina DAÎŞ a terorîst ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagirkirî bi taybetî Serêkaniyê û Girê Spî ve, dikir.
Hêzên me dê operasyonên xwe yên ewlehiyê li dijî rêxistina DAÎŞ a terorîst berdewam bikin heta ku tevahî jêderên finansekirin û biçekirina wan werin zuhakirin û ewehiya herêmên me were mîsogerkirin."