Cenazeyê şervanê QSD’ê El Mizyed hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD′ê û endamê Saziya Birîndarên Şer Mihemed El Mizyed yê di 20’ê Mijdarê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li Minbicê hat veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD′ê û endamê Saziya Birîndarên Şer Mihemed El Mizyed yê di 20’ê Mijdarê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li Minbicê hat veşartin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, meclîsên bajar û gundan, endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û şêx û eşîran beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan Huda Mewas axivî û got: "Em şehîdê xwe yê leheng Mihemed El Mizyed li kêleka hevalên wî yên şehîd vedişêrin. Van şehîdan ji bo parastina xak û gelê xwe ji dijminê mirovahiyê di serî de ji dewleta Tirk a dagirker bedena xwe kirin mertal."

Huda Mewas berxewdana şervanên li eniyên şer silav kir û soza domandina xeta şehîdan da.

Li ser navê Saziya Birîndarên Şer Mihemed El Şêx jî axivî û got: "Fedakariyên şehîdan meşalaya rêya me ronî dikin e. Ji şehîdan em ê fêrî hezkirina welat bûn. Rêya şoreşgeran tijî astengî ne, şervan jî vê yekê dizanin, lê li ber xwe didin."

Di merasîmê de bi navê malbata şehîd El Mizyed, Mehmûd El Bacî li ser taybetmendiyên şehîd wiha axivî "Şehîd Mihemed El Mizyed ji destpêkê avabûna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve cihê xwe di nava meclîsê de girt. Ligel temenê wî her tim li refên pêş bû, li hemberî çeteyan DAÎŞ′ê şer kir. Tevî ku birîndar bibû jî, lê dev ji erka xwe berneda û welatê xwe û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparast."

Pişte endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Huzeyfa El Emîn wesîqeya şehadetê ya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El Mizyed bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hat veşartin.