Cenazeyê Mihemed Silêman li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Silêman ê duh di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Tirbespiyê hat veşartin.
Cenazeyê Mihemed Silêman ê duh di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Tirbespiyê hat veşartin.
Cenazeyê Mihemed Silêman ê duh di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Tirbespiyê hat veşartin. Bi sedan xelkê Tirbespiyê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyê şehîd hat hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.
Di merasîmê de endamê rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û wiha got: "Em baş dizanin ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî yekitî û hevgirtina me ne û hewl dide vîna gelê me bişikîne. Lê bi saya fedakariyên vî şehîdî û hevrêyên wî em ê têkoşîna xwe bi çi berdêlî dibe bila bibe dewam bikin."
Li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê yek ji rêveberan Dilbirîn Ferho axivî û got: "Em soz didin gelê xwe ku em ê têkoşînê dewam bikin û di oxira parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina projeya demokratîk de her tiştî bikin. Êrîşên dewleta Tirk li pêş têkoşîna me nabin bend, berovajî wê em soz didin şehîdên xwe em ê tola wan hilînin."
Ferho anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de hewl didin derbe li ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixin û ew wek hêzên leşkerî li ser soza xwe ne ku ewlehî û aramiyê peyda bikin.
Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat veşartin.