Cenazeyê şervanê QSD'ê Mazlûm Qamişlo hate veşartin

Xelkê Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD'ê Mazlûm Qamişlo (Macid El Hemûd) li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê veşart.

Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Qamişlo (Macid El Hemûd) ku li Dêrazorê di encama êrişên çeteyên girêdayî hikumeta Şamê de birîndar bibû, 17`ê Mijdarê gihaşt asta şehadetê. Şehîd Mazlûm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo hat oxirkirin.

Şêniyên Qamişloyê, hevalên şehîd, endamên Kongra Star, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê piştî rêzgirtinê dest pê kir û axaftin hatin kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fatma El Casim diyar kir ku şehîd pêşengên civaka xwe ne û di oxira rizgarkirina gelan de canê xwe feda dikin û wiha pê de çû: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate li ber xwe didin, em ji şer û rijandina xwînê hez nakin, lê em erka me ye ku em axa xwe ji êrişên dagirkeran biparêzin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişlo Şêx Tirbespiyê jî axaftinek kir û da zanîn ku oxirkirina her şehîdekî ji bo gel êşek e, lê li kelekê wê hilbijartina jiyaneke bi rûmet heye û wiha dom kir: “Dijmin bi şerê taybet û leşkerî hewl dide hevkarî û biratiya navbera pêkhateyan têk bibe. Bila bizanibe ku ev plana wan bi ser nakeve. Em soz didin heta dawiyê em ê li pey şopa şehîdên xwe bin.”

Piştî ku wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin, sayika Şehîd Mazlûm Qamişlo Heniya Ebûd ev axaftin kir: “Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im, ti cudahî di nava me de Ereb, Kurd û Suryayan de tune ye. Em hemû ji vî welatî re ne.” Heniya bi tilîlî û slogana 'Şehîd Namirin' axaftina xwe bi dawî kir.

Bavê Şehîd Mazlûm, Ebas El Hemûd jî axiftinek kir û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in.

Cenazeyê şehîd Mazlûm Qamişlo li ser milan hat rakirin û bi slogana `Şehîd Namirin` li pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin.