'Rêber Apo bêhêvîtî ji holê rakir'

Faris Îbrahîm Seyîd ku 33 sal in li Rojava di nava têkoşînê de ye, diyar kir ku têkçûna serhildanên Kurdan bû sedema bêhêvîtiyê, lê ev yek bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye guhertin.

Bavê 7 zarokan Faris Îbrahîm Seyîd ku 50 sal in li Hesekê ye, zarokên wî Seher û Semîr di êrîşa DAÎŞ'ê ya Newroza 2015'an de şehîd bûn. Faris Îbrahîm Seyîd ku piştî mamostetiya 5 salan Fakulteya Hiqûqê qedand û zêdeyî 20 salan parêzerî kir, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bi rengekî çalak tevlî karên edaletê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Faris Îbrahîm Seyîd hîn beriya Şoreşa Rojava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas dikir û 33 sal in têkoşîna xwe dewam dike.

BI 15'Ê TEBAXÊ RE JI NÊZ VE NAS KIR

Faris Îbrahîm Seyîd di salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê de qalê kir bê çawa Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kiriye:

"Di salên 1960'î de li Başûrê Kurdistanê piştî têkçûna Şoreşa 9'ê Îlonê baweriya gel a bi şoreşê û partiyên siyasî nema. Di salên 1980'î de me navê telebeyan bihîst. Piştî ku ji leşkeriya rejîmê vegeriyam, li Bakurê Kurdistanê Pêngava 15'ê Tebaxê destpê kiribû. Li Rojava jî di nava gel de kar dihate meşandin. Bi vî rengî min yekser Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir.

TEVLÎ KARÊN ENIYÊ BÛ

Ber bi salên 1990'î ve her ku me partî nas kir ku weke yekane rêya rizgariyê didît, baweriya me jî xurt bû. Piştî salên 1990'î tevlî nava karên ERNK'ê bûm. Wê demê komek ava bû ku ez jî di nav de bûm. Wê komê heta Şoreşa Rojava karên xwe bi rengekî çalak dewam kir. Koma me ji parêzer û endezyaran pêk dihat. Koma me ji 6 heta 7 kesan bû, belavok, pirtûkên partiyê digihand parêzer û endezyaran û bi vî rengî diyalog bi wan re dikir. Propagandaya tevgerê dikir, belavok belav dikir û civîn lidar dixist.

PKK JI SERHILDANÊN DIN CUDA BÛ

Weke Kurdên Rojava me zanî bûn ku em xwedî dîrokekê, welatekî ne û mîna gelên din xwedî mafê jiyana bi çand û zimanê xwe nînin. Rejîma Baas a şovenîst ku mafê me yê herî xwezayî jî asteng dikir, ziman û çanda me qedexe dikir. Dema ku min dîroka Sûriyeyê lêkolîn dikir, didît ku ev yek ne tenê li parçeyê Rojava ye, di heman demê de rewş li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bi heman rengî ye. Binpêkirina hemû mafên welatekî xwedî erdnîgariyeke ewçend dewlemend, mirov dixist nava lêgerînê. Em jî mîna mirovên din ên cîhanê dixwazin bi fikir, çand, huner û siyaseta xwe bijîn. Di encama vê lêgerînê de gava me çirûskek ji têkoşînê didît, yekser me berê xwe dida wê derê. Ji bo rizgariya ji koletî û zilmê me bi her awayî şer dikir. Li Rojava ji bo gelê Kurd bikin Ereb, li Bakur ji bo gelê Kurd bikin Tirk, li Rojhilat ji bo gelê Kurd bikin Fars polîtîkayên asîmîlasyonê dihatin meşandin. Dema ku vê polîtîkaya dijmin bandor li gelê me dikir, hingî ji cewhera xwe dûr diket, diket nava xefletê. Em mîna koleyên di bin zextê de bûn. Ev nakokî dibû sedem ku mirov bikeve nava lêgerîna rizgariya ji vê koletiyê. Piştî ku me Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, hingî belavok, qeydên deng û pirtûk ji me re dihatin. Her ku nêrîna partiyê digihaşt me, me fêhm dikir ku ji serhildanên din ên Kurdan cudatir e. Me dît ku yekane fikra me ji vê xefletê rizgar bike ev e.

HESRETEKE MEZIN BÛ KU RÊBER APO BIBÎNE

Piştî ewqas karî, dîtina Rêber Apo ji bo me hesreteke mezin bû. Her carê hin kes ji bo qada Rêbertî dihatin vexwendin û di sala 1996'an de ji min re gotin, 'Navê te jî hatiye, em dixwazin tu jî were'. Ji bo min mîna mirovekî kî û birçî xwe bigihîne nan û avê, bû. Weke komên ji Herêma Cizîrê çûn, bi du otobusan em çûn Şamê. Cihê ku em çûn mîna gundikekî bû. Em derbasî salona rûniştinê bûn. Her ku em difikirîn ku Rêbertî mirovekî çawa ye, kelecanî dibûn. Dîtira Rêbertî cuda bû. Rêbertî dema ket hundir silav da me. Li navê me, herêma me pirsî û me jî bersiv dan. Mijarên ku dinirxand bi giranî li ser xefletê bûn. Piştî ku nirxand bê gelê Kurd di xeweke çawa de ye, li ser wê yekê axivî bê mirov divê xwe çawa pênase bike, çawa perwerde bike.

BAWERIYA ME HÎN BÊHTIR XURT BÛ

Rêbertî digot, 'Mirov divê timî di nava lêgerînê de be, xwe biwestîne. Mirovê bi xwe û dîroka xwe nizanibe nikare paşeroja xwe fêhm bike, nikare şaşitiyên xwe sererast bike. Dijmin çawa dixebite; destpêkê Kurdan berdide hev. Kurdan bêbawerî û bêhêvî dihêle. Wan ji ruh, çand û siyaseta wan dûr dixîne û têk dibe'. Em bi manewiyateke mezin ji qada Rêbertî vegeriyan û ji bo hîn bi xurtî bixebitin motîve bûn. Em berê jî dixebitîn, lê belê piştî vegeriyan daxwaza me ya ji bo xebatê zêde bû. Baweriya me ya ji bo serketinê teqez xurt bû. Fikrê bêhêvîtiyê yê li nava Kurdan ku piştî têkçûna serhildanên di dîrokê de rû da, bi fikrê Rêber Apo re guherî. Me êdî digot ku bi fikir û felsefeya Rêbertî Kurd wê teqez azad bibin."