Cejna Vejînê li Qamişloyê hat pîrozkirin
Li bajarokê Girbawî yê Qamişloyê salvegera 45’an a damezrandina PKK′ê hat pîrozkirin.
Li bajarokê Girbawî yê Qamişloyê salvegera 45’an a damezrandina PKK′ê hat pîrozkirin.
Bi boneya salvegera 45’an a damezrandina PKK′ê xelkê bajarokê Girbawî yê Qamişloyê bi beşdariya Kurd û Ereban şahiyek li qada dibistana bajarokê li dar xist.
Qada dibistanê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK′ê û wêneyên şehîdên Pêngava 15′ê Tebaxê hate xemilandin.
Di şahiyê de endamê Nivîsgeha Perwerdeya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Ebû Bekir axivî û damezrandina PKK′ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanî, şoreşger û demokratên li seranserî cîhanê pîroz kir.
Ebû Bekir di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Kurdan beriya damezrandina PKK′ê û wiha got: "Di wê pêvajoyê de pêwîstî bi Rêberekî fikrî, rasteqîn, civakî û siyasî hebû ku gelê Kurd ji qirkirin û helandina çandî yên ji ber siyasetên dewleta Tirk a faşîst rizgar bike. Piştî analîz û xebatên dîrokî û stratejîk ku Rêber Abdullah Ocalan tevî komeke hevrêyên xwe yên îdeolojî û fikrî kirine, bingeh û rêgezên zanistî yên avakirina şoreşa civakî, rizgarî û demokratîk hatin danîn."
Ebû Bekir destnîşan kir ku mîlada PKK′ê mîna bersivdana faşîzmê ye û destpêka ber bi ronahiya berbanga nû ji gelê Kurdistanê re bû û wiha got: "Şoreşa rizgarî, nîştimanî ya Kurdistanî ya bi pêşengtiya jin û ciwanan şoreşeke ku bi xwe rêya berxwedan û têkoşînê ya ber bi azadiyê ve hilbijart ku nûnertiya vîna gelên azadîxwaz li herêmê û cîhanê dike.
Ebû Bekir diyar kir ku ruxmî komployên li dijî PKK′ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker jî Tevgera Azadiya Kurdistanê bi israra xwe ya berxwdanê û fedakarî heta roja îro hat.
Li ser fikra neteweya demokratîk Ebû Bekir wiha got: "Êşên gelên cîhanê ji ber şeran heta roja îro dikişînin û tiştê li Filistînê rû dide, ji ber fikra dewletê ne. Pêşniyar û fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane li pêş gelên cîhanê ye ku ji van krîzan rizgar bin."
Piştre koma Şehîd Zîlan a ji Dirbêsiyê stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Şahî bi tilîliyên dayikan û dirûşmeya “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.