Li Kobanê geracek hate bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sirîn a Kobanê geracek bombe kir.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sirîn a Kobanê geracek bombe kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker geraca alavan a li navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê bombebaran kir, lê ti agahiyên din nehatin bidestxistin.
Di 27′ saetan ev êrişa 7′an e, di encama êrişên berê de 3 welatî şehîd bûbûn û 8 welatî birîndar bûbûn.
Dewleta Tirk a dagirker ji 4′ê Cotmehê ve bi rê û rêbazên cuda, bi balafirên şer û bêmirov û çekên giran êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.