Avaşîn Misto: Em ê bi hêza ciwantiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin

Hevseroka Ciwan û Werzîrê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto diyar kir ku ew ê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin û bang li her kesî kir ku xwedî li pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ derbikevin.

Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê siyasî’ hate destpêkirin. Ciwanên herêma Firatê jî tevlî nava vê pêngavê bûn.

Hevseroka Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto têkildarî tevlîbûna ciwanan a ji pêngavê re ji ANF’ê re axivî.

Avaşîn Misto di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Rêber Apo dibêje, ‘Me bi ciwantiyê destpê kir û em ê bi ciwantiyê jî bi ser bikevin’. Ev gotin ji bo me hêz e ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin. Rêber Apo ne tenê Rêberê netewa Kurd e, Rêberê her netewa di bin mîtîngerî û desthilatdariyê de ye. Ji bo nasnameya mirovahî û avakirina civakeke exlaq û polîtîk Rêberê me dest bi têkoşînê kir û li hemberî mêtingeran ji me re jiyaneke nû da avakirin. Em jî weke ciwanên herêma Firatê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî hemleyê bûn. Di wê alî de jî me dest bi kar û xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiriye."

Avaşîn Misto diyar kir, ku divê ew hîn zêdetir xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û wiha pêde çû: "Ji bo avakirina riyeke rast û rizgarkirina civakeke ji pencê qirkirinê, Rêber Apo  têkoşîneke bê hempa kir. Ew jina ku di dîrokê de navê koletiyê lê hatiye kirin, bi saya Rêber Apo rastiya xwe dît. Rêber Apo li dijî sîstema desthilatdar, şaristaniya baviksalar û zihniyeta mêr a desthilatdar, sîstem û altarnatîfeke ji bo jinê afirand."

Avaşîn Misto destnîşan kir ku erka jin a sereke ew e ku xwedî li Rêberê xwe derkevin û got: "Vaye êdî bi hezaran jin û gel tevlî vê rastiyê bûne, xwe ji pencên desthilatdariyê xelas dikin û riya rast a demokratîk, azad û komunal dipejîrînin. Di bin tecrîda girankirî de jî, Rêber Apo ji bo avakirina civakeke exlaq û poîtîk têkoşîneke bê hempa dimeşîne."

Hevseroka Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto bal kişand ser gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Ciwan dikarin şoreşê bi rêve bibin’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Nimûneya wê jî Şoreşa Rojava ye ku bi pêşengiya jin û ciwanan destpê kiriye. Dewletên kapîtalîst û desthilatdar her digotin jin nikarin di civakê de cih bigire. Lê jina Kurd bi saya Rêber Apo ew tişt berovajî kir. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger dibe, em ê her tim li ber xwe bidin.”