Dewleta Tirk li Rimêlanê bombe li saziyeke sivîl barand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Rimêlan a li Kantona Qamişloyê bombe li saziyeke xizmetê barand.
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Rimêlan a li Kantona Qamişloyê bombe li saziyeke xizmetê barand.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li saziyeke xizmetê ya li Rimêlanê barand. Tê gotin, ji ber bombardûmanê gelek kes birîndar bûne. Agahiyên berfireh hîn bi dest neketin.
Dewleta Tirk a dagirker şeva 20'ê Mijdarê bombe li gundê Ewn Dadatê yê li bakurê Minbicê barandibû û 7 kes birîndar kiribû.