Cenazeyê şehîd Berfîn Efrîn li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê şervana (HRE) Berfîn Efrîn a duh şehadeta wê hat ragihandin, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Eherzê ya Şehbayê hate veşartin.
Cenazeyê şervana (HRE) Berfîn Efrîn a duh şehadeta wê hat ragihandin, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Eherzê ya Şehbayê hate veşartin.
Şervana Hêza Rizgariya Efrînê (HRE) Berfîn Efrîn di 19'ê Mijdarê de, di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû. Cenazeyê şehîd bi merasîmekê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Eherzê ya kantona Şehbayê hate veşartin.
Şêniyên Kantona Efrîn û Şehbayê cenezayê şehîd Berfîn Efrîn ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirtin û ber bi navçeya Eherzê ve rê ketin. Li pêşiya şaredariya navçeya Ehrezê û ji heya Goristanê meşiyan û dirûşmeya "Tolhildan " berz kirin.
Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko sersaxî da tevahî gelê Kurd û wiha got : "Şehîd Berfîn soz dabû gelê xwe û pêk anî. Em ê jî her tim şopdarê rêya zarokên xwe bibin. Bi saya van şervanan hebûna gelê Kurd hate parastin."
Her wiha endama koordînasyona Kongra Star Gulê Hemo axivî û wiha got: "Şehîd BerfÎn keça Efrînê û bûka Kurdistanê ye. Jin û dayikên Efrînê wê tu carî berxwedana xwe nedin sekinandin. Bila dijmin vîna jina azad bibîne."
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.
Cenazeyê şehîd piştre bi tilîliyên dayikan û dirûşma "Şehîd namirin" veşartin.