‘Em ê di hemû qadên jiyanê de piştgiriyê bidin jinan’
Li Tebqayê mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan û gotin, “Em ê di hemû qadên jiyanê de piştigiriyê bidin jinan. Ji ber ku jin stûna piştê ya civakê ye.”
Li Tebqayê mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan û gotin, “Em ê di hemû qadên jiyanê de piştigiriyê bidin jinan. Ji ber ku jin stûna piştê ya civakê ye.”
Bi sedan mêrên Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û nivîsgehên wê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspî û şêxên eşîran û tevgerên jinan beşdarî meşê bûn. Meş li pêş avahiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kir.
Li Parka Şehîd Hevrîn Xelef meş veguherî mîtîngê. Li vir li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hevserokê Meclisa Rêveber Mezlûm Omer axivî û got: "Em îro ji bo pêştigriya pêngava têkoşîna li dijî jinê derketine."
Omer wiha domand: "Jinê gelek destkeftî bi dest xistin û hişt civak bi pêş bikeve. Ji lew re divê civak li kêleka jinê bisekine û qalibên pergalên kapîtalîst were şikandin. Em ê di hemû qadên jiyanê de piştigiriyê bidin jinan. Ji ber ku jin stûna piştê ya civakê ye."
Omer di dawiyê de soza şopandina xeta şehîdan ên ku rola xwe di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de lîstine, da.
Meş bi diruşmên “Bijî berxwedana jina azad” û “Jin, Jiyan, azadî” bi dawî bû.