Li Amûdê di êrişa dewleta Tirk de sivîlek şehîd bû
Meclîsa Navçeya Amûdê ragihand ku di êrîşa doh a dewleta Tirk de ku bi balafireke bêmirov hate kirin sivîlek şehîd bûye, 2 jî birîndar bûne. Meclîsê êrîş şermezar kir.
Meclîsa Navçeya Amûdê ragihand ku di êrîşa doh a dewleta Tirk de ku bi balafireke bêmirov hate kirin sivîlek şehîd bûye, 2 jî birîndar bûne. Meclîsê êrîş şermezar kir.
Meclîsa Navçeya Amûdê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşa balafireke bêmirov a li dijî wesayitekê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Rojava dewam dikin û hêzên navneteweyî di van sûc û komkujiyan de şirîk in.
Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayitek li navçeya Amûdê bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû û 2 welatî jî birîndar bûn.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Amûdê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kêleka şervanên xwe ne û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser û gelê wê ku ji ber cîhanê tevahî ve şerê terorê kiriye.