Ji ber êrîşa Îsraîlê balafirgehên Şam û Helebê meheke girtî ne

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê yên bi hevdemî meha derbasbûyî kir, balafirgehên Şam û Helebê hîn jî naxebitin.

Balafirgeha Şamê ku balafirgeha bingehîn û ya herî mezin a Sûriyeyê ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser pîstên wê yên bingehîn ji 22'ê Cotmehê ve nikare kar bike.

Heman rojê êrîş li ser balafirgeha Helebê hate kirin ku duyemîn balafirgeha herî mezin a welêt e. Ji hingî ve balafirgeh naxebite.

Dîrektorê SOHR'ê Ramî Abdul Rahman ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku karên sererastkirinê temam bûne lê belê tevî vê yekê jî herdu balafirgeh girtî ne.

Rahman diyar kir ku Îsraîlê ji destpêka şerê Sûriyeyê û vir ve gelek caran êrîş bir ser balafirgeha Şamê, lê belê cara yekê ye ku zêdeyî mehekê girtî ye.

Rayedarên Sûriyeyî eşkere nekirin bê çima balafirgeh zêdeyî meheke girtî ne.

Li gorî SOHR'ê, ji ber ku baregeheke leşkerî ya Rûs li balafirgeha Lazkiyeyê heye, Îsraîl bombardûmanê li vê balafirgehê nake.

Ji 7'ê Cotmehê dema destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Hamasê û vir ve Îsraîlê êrîşên li ser Sûriyeyê zêde kir.

Li gorî SOHR'ê sibeha Çarşemê êrîşa hewayî li ser navendeke Hîzbûllah a Lubnanê hate kirin ku nêzî Şamê bû. Medya fermî qet qala vê êrîşê nekir.