Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk hewl dide pêşî li tunekirina DAÎŞ'ê bigire

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide pêşî li tunekirina DAÎŞ'ê bigire.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker doh serê sibehê careke din bi balafirên bêmirov û yên biçek êrîşî navendeke xizmetguzariyê li bajarokê Rimêlanê kir û 2 erebe li Qamişloyê kirin hedef. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 5 din jî birîndar bûn.”

Rêveberiyê di daxuyaniyê de işaret bi armancên êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha domand: “Armanca wê, têkbirina ewlehiya herêmê û pêşîgirtina li hewldanên tunekirina DAÎŞ'ê ye. Bi taybetî piştî operasyonên serketî yên QSD û têkoşîn a li dijî terorê yên bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî, rêgirtina li pêşiya tunekirina DAÎŞ'ê ê û girtina serçeteyên wê ye.”

Rêveberiya Xweser hedefgirtina navendên xizmetguzariyê û binesaziya herêmê bi sûcên şer pênase kir ku armanca wê, têkbirina kar û xebatên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo ku ximzeta gel nekin.

Rêveberiyê sersaxî da malbatên şehîdên êrişan û hêvî kir birîndar şîfa bibin û siyaseta terorê û qirkirinê ya ku dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne, şermezar kir.

Her wiha Rêveberiyê bêdengiya navneteweyî li hember van sûcan, şermezar kir û di heman demê de bang li wan kir ku bêdeng nemînin û ji bo rêgirtina li pêşiya van sûcan, helwestên cidî nîşan bidin.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser got tevî êrîşan lê têkoşîna wan ji bo parastina destketiyan û pêşxistina projeya demokratîk, bidawîkirina dagirkeriyê û tunekirina terorê berdewam e. Rêveberiyê bang li gel kir ku hevgirtina xwe xurttir bikin û ji bo parastina destketiyan, berxwedanê mezin bikin.