Cenazeyê Şefîqe Esed li Şehbayê hat veşartin

Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariyê Şefîqe Esed bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin.

Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariyê Şefîqe Esed yê 14’ê Mijdarê de li Şehbayê dema li ser erka xwe bû û şehîd bû, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin.

Bi hezaran koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê cenazeyê şehîd Şefîqe Esed ji Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê wergirt û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Ji rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Wilo sersaxî da malbata şehîd û tevahî şêniyên kantonê û got: "Rêya me bi saya van şehîdan ronî dibe. Em ê jî şopdarên wan bin.”

Sozdar Şêxo jî sersaxî da gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Berxwedana gelê Efrîn û Şehbayê cihê herî pîroz e ji bo me û em ê tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin, berxwedana me hebûna me li vir dide îfadekirin û dê Efrîn jî bê rizgarkirin.”

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Şefîqe Esed hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Cenazeyê şehîd tevî tilîliyên dayikan hat veşartin.