HRE'yê derba giran li dagirkeran xist: 20 çete û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên dagirkirî li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker gelek çalakî kirine û di encamê de 20 çete û 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên dagirkirî li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker gelek çalakî kirine û di encamê de 20 çete û 3 leşkerên Tirk hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê çalakiyên xwe yên dawîn ên li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker, daxuyaniyeke weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di navbera rojên 17’ê Cotmehê û 19’ê Mijdarê de ji aliyê hêzên wan ve li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bibandor hatine lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye:
"Di roja 17’ê Cotmehê de li xeta Marê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 18’ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama 2 çalakiyên taybet de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Di roja 19’ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyekê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Di roja 20’ê Cotmehê de, di encama çalakiya ku li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Enabkê yê navçeya Şera de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 20’ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyekw taybet de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Di roja 20’ê Cotmehê de, li xeta Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 21’ê Cotmehê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Enabkê yê navçeya Şera çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 30’ê Cotmehê de, di encama çalakiyekê de ku li xeta Babê hat lidarxistin, çeteyek hat kuştin.
Di roja 31’ê Cotmehê de, li xeta Babê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 1’ê Mijdarê de, li xeta Babê di encama çalakiyek sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Çalakiyên dijî baregehên Artêşa Tirk a dagirker
Di roja 6’ê Mijdarê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a li gundê Hîzwan çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Di roja 10’ê Mijdarê de, li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker a Daglibaşê çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk birîndar bûn.
Di roja 17’ê Mijdarê de, li xeta Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Di roja 18’ê Mijdarê de, li herêma Efrînê di encama çalakiyeke taybet de 5 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.
Di roja 19’ê Mijdarê de, di navbera gundên Kîmar û Beradê yên navçeya Şêrawa de li hember baregeheke çeteyên dagirker çalakiyeke serdagirtinê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn. Her wiha 2 kamerayên mobese hatin rûxandin.
Di encama van çalakiyan de bi giştî 20 çete û 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 22 çete û 12 leşker jî birîndar bûn."