Dewleta Tirk li Minbicê bombe li karkeran barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bombebarkirî li Minbicê bombe li komek ji karkeran barand. Di encamê de karkerek birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bombebarkirî li Minbicê bombe li komek ji karkeran barand. Di encamê de karkerek birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker, li gundê Boxazê yê li rojavayê Minbicê êriş bir ser karkerên qeytûnan.
Di encama êrişê de karker Mihemed Hemîd Şêxo birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Berkelê ya Minbicê.