Şêniyên Minbicê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin

Şêniyên Minbicê destnîşan kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ew jî azad nabin û diyar kirin ku heta bigihêjin vê armanca xwe wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Şêniyên Minbicê têkildarî girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivîn.

Emîra Axa anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna fikir û felsefeya Abdullah Ocalan tecrîd her roj hîn bêhtir tê girankirin û got, "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan û yekane çareserî ye ji bo rawestandina rijandina xwînê ya li herêmê. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya Rêbertî kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e." 

Emîra Axa destnîşan kir ku weke jinên Minbicê ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ew tevlî hemû pêngavan bûne û ragihand ku ji bo vê armancê ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Mihemed Husam El Şewax jî bal kişand ser pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" ku di asta navneteweyî de 10'ê Cotmeha 2023'an destpê kir û got, "Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em soz didin ku meş, xwepêşandan û çalakiyên xwe heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin."

Rabî'a Bekro jî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bi bîr xist ku Ocalan yekane rêber e ku mafê jinan daye û bi saya wî di nava civakê de jin bûye xwedî rol.

Rabî'a Bekro got, "Weke jinên Minbicê em daxwaza xwe nû dikin û dibêjin, heta ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, em azad nabin."