Têkildarî êrîşên dewleta Tirk dosya ji zêdeyî 150 saziyan re hate şand

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker, dosya ji zêdeyî 150 saziyên navneteweyî re şand.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Ji 23’yê Kanûna 2023’yan ve qadên xizmetguzarî, perwerde, tenduristî û aborî bombebaran kirin. Di encamê de 10 kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn û ziyanên mezin li binesaziyê bûn.

4 nûnertiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî êrîşan dosyayek ji rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, mirovî, wezaretên karên derve yên Ewropayê, nûnertiyên welatên Ereb û yên Ewropayê, her wiha Parlamentoya Ewropayê, partiyên siyasî û kesayetên siyasî re şand.

Nivîsgeha serokatiyê, serokê parlamento, rêxistinên navneteweyî yên li Awisturyayê û nivîsgehên wê, rêxistinên mirovî û alîkariyê jî di nav de, Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Awisturayayê dosya ji 116 aliyan re şand.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Ewropayê jî dosya ji nivîsgeha sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guteress, cîgirê serkreterê giştî yê NY’yê Martin Griffiths, nivîsgeha nûnerê NY’yê yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pederson, 9 nûnerên rojava û Ewropa, Meclisa Mafên Mirovan a NY’yê, Komîteya Lêkolînan a NY’yê, Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Rêxistina Human Rights Watch re şand.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a welatên Yekitiya Benelûksê (Belçîka, Holanda û Luksemburg) dosya ji nûnertiyên Yekitiya Ewropayê, nûnerên Parlamentoya Ewropayê yên Belçîka û Holanda, Nivîsgehên Neteweyên Yekbûyî, nivîsgehên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Human Regths Watch, hejmarek rêxistinên navneteweyî yên li Brukselê, balyozxane û nûnertiyên welatên Ereban ên li Belçîkayê re şand.

Her wiha Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Skandînavyayê dosya ji partiyên siyasî yên Swêdê, komîteyên wezaretên karên derve û parastinê yên Swêdê, Navenda Palme ya Navneteweyî, Navenda Swêdê ya Lêkolînên Derve û Parastina Stratejîk û Wezareta Karên Derve ya Norwêcê û Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê re şand.