'Em ê berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê bidomînin'

Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê soza berfirehkirina berxwedan û têkoşînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dubare kir û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî şermezar kir.

Înîsiyatîfa Gel a Qamişloyê bi vedana 2 konên çalakiyê li taxa Enteriyê li kêleka sotemeniya Qamişlo û li nêzî depoyên li taxa Cûdî (Qanat Siwês a berê) êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. 

Di bin kon de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên ′Berxwedan jiyan e′ hwd hatin daliqandin.

Di çalakiya li taxa Enteriyê de li ser navê Însiyatîfa Gel a Qamişloyê Silêman Ehmed axivî û wiha got: "Sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê me rastiya wê ji me re eşkere dikin ku dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûnan bin pê dike û êrîşî her kesê banga azadiya xwe dike."

Ehmed axaftina wiha domand: "Pêdiviya Rojava bi xelkê wê heye û divê dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin."

′BERXWEDAN JIYAN E′

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsêxan Gulo axivî û wiha got: "Bi diruşma ′Berxwdan jiyan e′ em ê li dijî tevahî şêweyên êrişan û tundiya li dijî me li ber xwe bidin. Îro dewleta Tirk a dagirker bi tevahî hêza xwe êrişî me dike û binesaziya herêmê hedef digire ku îsrar û vîna gelê me bişikîne."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan axivî û wiha got: "Dema hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin tenê li dijî komên terorîst şer kirin, ewlehî û îstîqrar li herêmê pêk anîn."

Zêdan wiha domand: "Rêxistinên navnteweyî ji bo rewabûna zêdegaviyên dewletên mezin dixebitin, ji ber wê dewletekê yan jî rêxistinekê tu daxuyanî der barê sûcên dewleta Tirk û Erdogan ên li dijî herêmên de nedan."

Çalakî bi daxuyaniyekê ji hêla Însiyatîfa Gel a Qamişloyê bi dawî bû. Endamê însiyatîfê û endamê TEV-DEM′ê Abid Îbrahîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin gelê Qamişlo biryara berxwedan û sekna li dijî dewleta Tirk a dagirker daye û dê bi çalakiyan êrişan şermezar bikin û dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê rêxistinên navneteweyî bi erkên xwe rabin û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi dawî bikin û qada hawayî ya herêmê bigirin.

Çalakî bi diruşmên  "Berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana Qamişlo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.