Hêviya şêniyên Efrînê ya sala nû rizgarkirin û vegera Efrînê ye

Şêniyên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a Şehbayê, bi wesîleya sersala zayînê ya 2024’an diyar kirin ku hêviya wan a herî mezin rizgarkirina Efrînê û salek din li warên xwe pîrozkirina vê rojê ye.

Şêniyên Efrînê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji cih û warên xwe bûn û li kampên Şehbayê 6 sale dijîn, bi hêvîne ku rojek Efrîn rizgar bibe û ew vegerin warên xwe. Bi boneya sersala zayînê ya 2024'an Şêniyên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a Şehbayê piraniya konên kampê xemilandine, da ku hîn zêdetir hêvî û kêfxweşiyê ji bo vegera Efrînê di dilê wan de geş bibe.

Dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li hemberî herêmê, dihêle ku asta zehmetiyan zêdetir bibe. Elektirîk, xizmetên tenduristiyê, karên şaredariya gel, perwerde û hemû karên ku jiyana mirovî rehet dike li Şehbayê hate tevizandin. Li gorî vê jî şêniyên Efrînê, li dijî êrîşên dagirkerî û dorpêça hikûmeta Şamê, diyar dikin ku ew ê heta dawî li ber xwe bidin. Tevî ewqas zehmetî jî şêniyên Efrînê bi hêviyeke mezin sala nû pêşwazî dikin û diyar dikin ku wê sala bê bibe sala vegera warên xwe.

KON HATIN XEMILANDIN

Roşîn Xelîl a ji gundê Qenterê ya navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî ye û niha li Kampa Berxwedana a Şehbayê dijî, anî ziman ku wan li Efrînê jî di sersala zayînê de her derî dixemilandin û got, "Pîrozkirina sersala mîladî ne çandekî ya gelê Kurd e. Lê car din bi wesîleya rojê mirov serdana hev dikin û vê rojê li hev pîroz dikin. Belê em niha li Şehbayê dijîn û koçber in. Lê çalakiyên civakî yên me li Efrînê dikir, em li vir jî hewl didin bi derfetên kêm be jî bidomînin. Me konên kampê xemilandine, zarokan jî gelek kêfxweş dibin. Hemû rengînî û xemlê ku hatine çêkirin jî, zarokan bi destê xwe çêkirine. Dil dixwest ku her tişt bi dilê zarokan be, lê derfeta me ya kirînê û peydakirina her tiştî jî nîne. Di dawiyê de ez dixwazim bêjim, çiqasî êrîş û dorpêç li ser me ferz bibe jî, em ê bi hêvî bin ku vegerin Efrînê. Efrîn li benda me ye."

BERÊ DARÊN EFRÎNÊ DIXEMILANDIN, LÊ ÎRO KONÊN KAMPAN!

Ciwanê bi navê Mihemed Hesen jî diyar kir ku, wan berê her sal li Efrînê bi wesîleya rojê dar dixemilandin û got, “Lê ev 6 sal in em li Şehbayê daran dixemlînin. Îsal me konên xwe yên li Kampa Berxwedan xemilandin. Li gorî derfetên kêm jî, me karî tiştek amade bikin. Hem em pê kêfxweş dibin, hem jî zarok jî pê kêfxweş dibin. Bi hêviya ku em sala bê vê sersalê li Efrînê pîroz bikin dijîn.”