Xelkê Amûdê: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin

Çalakiya xelkê Amûdê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, didome.

Di çarçoveya çalakiyên şêneyên kantona Cizîrzê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, ev 2 roj in xelkê navçeya Amûdê diherikin bin konê çalakiyê yê li pêşiya saziya çandiniyê ya navçeya Amûdê hatiye vedan.

Îro jî xelkê bajarokê Çaxirliyê tevlî sazî û komînên wê, Kongra Star, meclîsa navçeyê, mamoste û rewşenbîr beşdarî konê çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de dirûşmeyên ‘Berxwedan jiyane’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ hatin berzkirin.

Welatiyê ji navçeya Amûdê yê bi navê Mihemed Seîd di bin konê çalakiyê de axivî û balkişand li ser siyaseta dewleta Tirk û got: “Dewleta Tirk a dagirker xwe li ser qirkirin û tunebûna gelan dide avakirin, ji ber wê her bi berdewam êrîşên xwe li dijî herêm û gelên me pêk tîne.

Mihemed di dawiya axaftina xwe de peyama xwe wiha da: “Îro li Rojava deskeftî û gavên serkeftî yên ku hatine avêtin bi saya şehîdên me û tevgera azadiyê ye, em ê her tim van serkeftin, deskeftî û şoreşa Rojava biparêzin.”

Li ser navê rêveberiya dibistanan a naçeya Amûdê jî Hena Xalid axaftin kir, Hena di axaftina xwe de destnîşankir ku dewleta Tirk bi rengekî dûrî nirxên exlaqî êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan ewe ku projeya rêveberiya xweser û netewa demokratîk têk bibe.”

Hena bê dengiya hêzên navnetewî û rêxistinên mirovî li hemberî kiryar û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî  avahîsaziyên herêmê şermezar kir û got: “Bê dengî û bê helwestmayîna hêzên navnetewî li hemberî êrîşên dagirkeriyê ev yek dûrî nirxên civakî û mirovahiyê ne.”