QSD: Sala 2023’an 237 dagirker hatin kuştin

QSD’ê bîlançoya sala 2023’an eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di 143 operasyonên hêzên QSD’ê de 52 leşkerên Tirk, 185 çete hatine kuştin û 173 şervanên QSD’ê jî şehîd bûn.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, her wiha bilançoya çalakiyên parastina rewa yên QSD’ê eşkere kirin.

Di bîlançoya li ser malpera înternetê ya QSD’ê hat weşandin de, hat bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên di tevahiya 2023’yan de êrîşên xwe domandine, ji bilî bendên parastina rewşa wargehên sivîl û saziyên xizmetê jî kirine hedef. Hat diyar kirin ku êrîşên herî dijwar di mehên Cotmeh û Kanûnê de pêk hatine û bi dehan welatiyên ku zarok û jin jî di nav de hene, şehîd bûne.

Hat destnîşankirin ku çeteyên girêdayî Hikûmeta Şamê jî li Dêra Zorê êrîşî gelek bajarokan kirine û şervanên QSD’ê şehîd kirin. Di bîlançoyê de hat diyarkirin ku hêzên QSD’ê li Şehba, Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Zergan ku bi dagirkeran re temas çêbûye, her wiha li Dêrazorê parastina rewa pêş xistiye û ewlekarî pêk aniye.

Di bîlançoyê de bal hat kişandin ku hêzên QSD’ê li hemberî êrîşên dijî tevahiya herêmê di çarçoveya parastina rewa de operasyon û çalaki pêk anîne û derbeyên giran li dagirker û çeteyên wan xistine.

Li gorî bîlançoyê êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên de di sala 2023’yan de pêk anîne:

Êrîşên giştî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên hatine belgekirin: 798

a- Êrîşên bi çekên giran: 578

b- Êrîşên bi balafirên şer, balafirên bêmirov û bi çek û dronên întîxarî: 103

c- Êrîşên bi çekên sekvanî û reşandinê: 25

d- Êrîşên bi mayin û teqemeniyan: 2

 ÇALAKIYÊN QSD’Ê YÊN PARASTINA REWA

Di bîlançoyê de têkildarî çalakiyên ku hêzên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de pêkanîne ev agahî hatin parvekirin:

 - Hejmara çalakiyên ku bi operasyonên sürpriz, çekên giran û sekvaniyê hatine pêkanîn: 143

-Hejmara dijminên di çalakiyan de hatine kuştin: 52 leşkerên dagirker ên Tirk, 185 çete, bi giştî 237.

-Hejmara dijminên birîndar: 91 leşkerên Tirk, 204 çete bi giştî 295.

Di çalakiyan de bi dehan seyare, kozik û bendên dijmin jî hatine tunekirin.

HEJMARA ŞEHÎDAN

Di bîlançoyê de hat diyarkirin ku di berxwedanên dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên, êrîşên çeteyên Hikûmeta Şamê û qezayan de bi giştî 173 şervanên QSD’ê şehîd û 15 jî birîndar bûne.

Sivîlên di êrîşên dagirker û çeteyan de şehîd bûne

Sivîlên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne: 11 jê zarok bi giştî 39 şehîd.

Hejmara giştî ya birîndaran: 5 ji wan zarok bi giştî 83 kes.

Di bîlançoyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê yên dijî sivîlan, binesazî û saziyên xizmetguzariyê jî ev agahî hatin parvekirin:

“Artêşa Tirk a dagirker demeke pir kurt piştî erdheja 6’ê Sibatê ku li Bakûrê kurdistanê-Tirkiye û Suriyeyê çêbû, bi çekên giran 24 caran êrîş pêk anîn. Balafirên bêmirov û bi çek 348 caran li ser herêmê firiyan, helîkopter û balafirên şer 27 caran sînorên qada hewayî yên Suriyeyê derbas kirin.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SIVÎLAN

Di bîlançoyê de diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji nivîya meha Adarê ve ava Çemê Firatê qut kiriye, ji ber vê yekê jî ava dihat bendava Firatê kêm bûye û di encama wê de li gelek herêman ceyran qut bûye, li her herêmên bejahî jî gel pirsgirêka ava vexwarinê jiyan kiriye.

Hat bibîr xistin ku dewleta Tirk a dagirker 27’ê Hezîranê careke din istasyona Elok a girêdayî Serêkaniyê ku pêdiviya ava vexwarinê ya Hesekê pêşwazî dike girtiye û milyonek mirovên li bajar û derdora wê bê av hiştine. Her wiha çeteyan jî gelek caran îstasyon girtiye, nehiştine av biherike.

Ji êrîşên dagirkeran ên di nava 2023’yan de sivîl û binesaziya herêmê kirine hedef çend ên derketine pêş di bîlançoyê de wiha hatine rêzkirin:

Artêşa Tirk a dagirker 5’ê Cotmeha 2023’yan bi balafirên şer, balafirên bêmirov û biçek, tank, top û fuzeyan êrîşî gelek herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kiriye, îstasyonên av, ceyran, petrolê, depoyên genim û dibistan kirine hedef. 

– Di dîroka 02/04/2023’yan de artêşa Tirk a dagirker gundê Eyn El-Ebid ê girêdayî Til Temirê bombebaran kir. Di encama êrîşê de ji heman malbatê 2 xwîşk şehîd bûn, 3 bira jî birîndar bûn. Piştî demekê birîndarek ji wan şehîd bû.

– Di dîroka 08/08/2023’yan de gundê El Şereqa yê girêdayî navçeya Siluk ku dikeve başûrê rêya M4 hat topbarankirin. Di encamê de jinek û 2 zarokên wê ku mala wan bû hedef jiyana xwe ji dest dan, jinek û 2 zarok jî birîndar bûn.

– Di dîroka 01/09/2023’yan de gundê Muhsetan ê li bakûr-rojavayê Minbicê bi çekên giran hat bombekirin. Di encama êrîşê de 4 zarok şehîd bûn.

– Di dîroka 06/09/2023’yan de artêşa Tirk a dagirker gundê Tehna yê li rojavayê Minbicê topbaran kir. Di encama êrîşê de ji heman malbatê 3 zarok birîndar bûn.

– Di dîroka 23/08/2023’yan de balafira bêmirov û biçek a artêşa Tirk li ser rêya Qamilo-Amûdê li çerxerêya gundê Til Şeîr seyareya Jin Tv ku rojnamevan tê de bûn, bombebaran kir. Di necamê de xebatkarê Jin Tv Necmeddin Faysal Hac Sinan şehîd bû, rojnamevanek birîndar bû.

– Di dîroka 08/10/2023’yan de artêşa Tirk a dagirker li gundê Bişêrîşê yê Tirbespiyê karkerên di nava zeviya pembo de kirin hedef. Di encamê de 5 karker birîndar bûn.

– Di dîroka 09/10/2023’yan de artêşa Tirk a dagirker gundê Mestur ê girêdayî Eyn Îsayê topbaran kir. Di encamê de 2 zarokên ku guleya topê li mala wan ket, şehîd bûn.

– Di 07/10/2023’yan de gundê El Xalidiye yê li rojavayê Eyn Îsayê hat topbarankirin. Di encama êrîşê de jineke 65 salî ya ku guleya topê li mala wê ket şehîd bû, hevjînê wê yê 70 salî birîndar bû.

– Di 08/10/2023’yan de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Hemze Beg ku 15 kîlometre li başûrê Dêrikê ye bombebaran kir. di êrîşê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Bi Maddeyên Hişbir ku di perwerdeyê de bûn, şehîd bûn.

– Di 25/12/2023’yan de balafirên bêmirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo Çapxaneya Sîmav, benzînxaneya Sedkop, depoma xurekan, tesîsek sînaî, 2 şîrketên avahiyan, nexweşxaneya Corona, nexweşxaneyek, santralek ceyranê, depoyek êm, navendek dîyalîzê, navenda oksijene, depoyek seramîk, bazara Pênşemê, rawestgehek basan, depoyek avahîsaziyê, gundê Um El-Firsan, kargeha hilberîna tiştên paqijiyê; li bajarê Amûdê jî fabrîqeyek zeytûnan, embarek genim, û salonek dawetê bombebaran kirin.

Li Kobanê jî garajek seyareyan, Nexweşxaneya Miştenûr ku Rêxistina Bijîşkên Sînornenas jî destek didê, şîrketek, çewlikek mirîşkan, navendek temîra seyareyan û şîrket avahîsaziyê hatiye bombebarankirin.

Di êrîşan de 8 kes şehîd bûn.

Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de bi giştî 74 navendên sivîl, îstasyonên petrolê û navendên binesaziyê hatine bombebarankirin.