Li Qamişlo cenazeyê şehîd Ciwan Elî hate veşartin

Welatiyê bi navê Ciwan Elî ku di êrîşên dewleta Tirk a li ser Çapxaneya Sîmav de birîndar bû, 29’ê Kanûnê şehîd bû. Cenazeyê şehîd Ciwan li Qamişloyê hate veşartin û Aya Mihemed jî di êrîşa li gundê Um El Firsan de şehîd bûbû, hat bîranîn.

Ciwan Elî di êrîşên dewleta Tirk a 25’ê Kanûnê li ser Çapxaneya Sîmav de giranî birandar bûbû. Ciwan Elî 29’ê Kanûnê şehîd bû. Her wiha Aya Mihemed jî li gundê Um El Firsan a Qamişloyê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 25’ê Kanûnê şehîd bû. Cenazeyê şehîd Ciwan Elî bi merasîmekê hate veşartin û Aya Mihemed jî di merasîmê de hate bîranîn.

Di merasîmê de şêniyên Qamişlo, Kongra Îslama Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Saziyên Civaka Sivil, Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) amade bûn.

Karwanê şehîd Ciwan Elî ji taxa Enteriyê hetanî ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan, kete rê. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ibêd Etê diyar kir ku şehîd bingehê gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Bi saya şehîdên xwe û dayikên şehîdan em ê bi ser bikevin û em ji tevahî gelê Kurd re dibêjin em ê bi hev re xeta şehîdên xwe bişopînin.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Casir El Salih jî axivî û got: “Çiqas em pesnê şehîdên xwe bidin em nikarin mafê wan bidin.”

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd radestî malbata wî hat kirin.

Li ser navê malbata şehîd Ciwan Elî, Daliya Henan axivî û peyama berxwedanê da.

Pismamê şehîd Aya Mihemed Iyad Mihemed jî wiha axivî: “Şehîd ti car namirin. Divê qada hewayî ji dewleta Tirk re were girtin.”

Dayîka Şehîd Ciwan Elî, Şêrîn Memo jî şehadeta kurê xwe li hember hemû gelê Kurd bi berxwedanî pîroz kir û soz da ku ew ê li ser xeta şehîdên xwe bin.

Merasîma Şehîd Ciwan û Aya bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.