HRE’yê bîlançoya çalakiyên sala 2023’an eşkere kir
HRE’yê ragihand ku di sala 2023’an de 34 çalakî lidar xistin. Di encamê de 92 çete û dagirker hatin kuştin.
HRE’yê ragihand ku di sala 2023’an de 34 çalakî lidar xistin. Di encamê de 92 çete û dagirker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên ku di sala 2023’an de pêk anîne, aşkera kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2023’an de bi armanca qirkirinê bi teknîka pêşketî êrişî gelê me kir.
Wekî Hêzên Rizgariya Efrînê ku xwe li ser bingeha parastina şêniyên herêmê bi rêxistin kiriye, me li herêmên Efrîn, Ezaz, Marî, Bab û deverên din ên dagirkirî çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xistin.
Em li ser soza xwe ne. Em bi israr in ku çalakiyên me ta rizgarkirina herêmên dagirkirî nesekinin.
Di sala 2023’an de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov ên biçek, çeteyên girêdayî wê jî bi çekên giran, çekên ferdî û dronên xwekuj êrişî gelê me kir. Di encama êrişan de sivîlek şehîd bû û 13 jî birîndar bûn.
Çalakiyên me yên sala 2023’an wiha ne:
Hêzên me di sala 2023’an de 34 çalakiyên bibandor pêk anîn. Di encama van çalakiyan de:
3 polîs û 19 leşkerên dagirker hatin kuştin, 32 leşker û 6 polîs birîndar bûn.
70 çete hatin kuştin û 58 çete birîndar bûn.
12 tivingên AK-47 û cercûrên wê, 3 tivingên BKC û zincîrên wê, 2 tivingên B7, 4 bombe, 3 telefon, 2 nasnameyên çeteyan hatin desteserkirin.
5 baregehên dijmin, depoyeke cebilxaneyê, kamereyeke mobese ya germahî û şevê, 6 motorsîklet, 9 maşîne, panzêrek û kamyonek hatin rûxandin.
Dronek hat xistin.
Di sala 2023’yan de 12 hevalên me di çalakiyên li dijî dijmin û êrişên wan de şehîd bûn."