Artêşa Tirk a dagirker Şehbayê bombebaran dike
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker bejahiya Şehbayê bombebaran kir.
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker bejahiya Şehbayê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA’yê dane, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Samûqa yê kantona Şehbayê bomberdûman dike.
Artêşa Tirk a ku ji meha Cotmehê û vir ve 4 caran bi çekên giran êrîşî gundê Samûqayê kir, îro danê êvarê herêm hedef girt. Derbarê encama bomberdûmanê de kuştî û birîndar hene yan na, agahî nehatin bidestxistin.