Tevgera Xwedekarên Demokratîk a Kantona Firatê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Tevgera Xwendekarêb Demokratîk a Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Kobanê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Narîn Ednan Şêx Bozan ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Em weke Tevgera Xwendekarên Demokratîk van êrîşên hovane ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, şermezar dikin. Dewleta Tirk di êrîşên xwe de cihên welatiyan bombebaran dike. Di êrîşên dewleta Tirk de 5 dibistanan hatin rûxandin û bi hezaran xwendekaran ji xwendina xwe qut bûn. 10 welatî di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Em van şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.

Em ê dest ji vê şoreşê bernedin. Em ê tola şehîdên şoreşê hilînin. Dewleta Tirk a dagirker çiqas dixwaze me ji xwendina me û vê şoreşê dûr bixe, em ê ti carî dest ji berxwedana me bernedin. Dijmin dixwaze me ji fikrên vê şoreşê dûrbixe. Em her tim destkeftiyên vê şoreşê diparêzin û em vê şoreşê pêş bixînin."