Di sala 2023’an de 289 çete hatin girtin

Li gorî bîlançoya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya 2023'an, di operasyonên li dijî çeteyan de bi giştî 94 şaneyên çeteyan hatin belavkirin û 289 çete hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya çalakiyên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, 94 şaneyên ku 19 jê girêdayî îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker e, 43 çeteyên DAIŞ’ê, 14 komên girêdayî hikûmeta Şamê û 4 jî çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê belav kirin. Di çarçoveya van operasyonan de 289 çete hatin desteserkirin û 121 teqemenî hatin bêbandorkirin. Ji van teqemeniyan 49 li Kantona Cizîrê, 30 li Kantona Reqayê, 17 li Kantona Dêrazorê, 18 li Kantona Tebqayê, 2 li Kantona Firatê û 5 jî li Kantona Minbicê hatin bêbandorkirin.