SOHR: Sala 2023’an li Sûriyeyê herî kêm 4 hezar û 360 kes mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku sala 2023’an li Sûriyeyê herî kêm 4 hezar û 360 kes mirin ku nêzî hezar û 900 ji wan sivîl bûn.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku sala 2023’an li Sûriyeyê herî kêm 4 hezar û 360 kes mirin ku nêzî hezar û 900 ji wan sivîl bûn.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), sala 2023’an hezar û 889 sivîl mirine ku 241 ji wan jin û 307 jî zarok in. Hat diyarkirin ku sala 2023’an bi giştî 4 hezar û 360 kes mirine.