'Dewleta Tirk dixwaze pergala tenduristiyê ya herêmê têk bibe'

Dr. Mihemed Nûr û Dr. Azad Reşo gotin, “Di navbera dorpêçkirina hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk de siyaseteke qirêj heye. Dixwazin nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xizmetê derxînin.”

Êrîşên dewleta Tirk ên dawî bû sedema xirakirina stasyona oksîjenê ku bi dehan nexweşxane jê sûd digirt, her wiha gelek ziyan gihaşt navenda şûştina gurçikan ku zêdeyî 100 nexweşan li ser dijiyan. Di encama êrîşê de hemû amûrên şûştinê ji xizmetê derketin. Heman êrîş li bajarê Kobanê bû sedema ku gelek navendên tenduristiyê ji meriyetê derkevin. Yek ji navendên ku hatin bombekirinnexweşxaneya Heyva Sor e ku jiyana 400 nexweşî hewandibû. Girêdayî vê yekê wesayîtên ambulansê jî betal mane.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Mihemed Nûr û Hevserokê Rêveberiya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê Dr. Azad Reşo, derbarê armanca giştî ya êrîşên li ser binesaziya herêmê ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Nûr destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hedefgirtina sazî, binesazî û xizmetguzariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewl dide Rêveberiya Xweser li hemberî civakê lawaz nîşan bide û got, “Gelek navend û dezgehên tenduristiyê ku xizmeta civakê dikir jî hatin bombekirin. Berî sê mehan, nexweşxaneya Covid-19 hatibû bombekirin. Vê carê jî stasyona sereke ya oksîjenê ya li Qamişloyê hate bombekirin. Ev stasyona oksîjenê ku jiyana gelek mirovan girêdayî wê ye, ji holê hate rakirin. Stasyona oksîjenê ya ku hat bombekirin bi temamî li tenişta navenda şûştina gurçikan bû û di encamê de navend bi giranî zerar dît û ji xizmetê derket. Navenda duyemîn a ku hat bombekirin li kantona Kobanê bû ku yekane navend xizmetguzariyên tenduristiyê pêşkêş dikir û mehane 300 heta 500 kesan pêşwazî dikir."   

'DIVÊ RAYEDARÊN PÊWENDÎDAR BÊDENGIYA XWE BIŞKÎNIN Û LI BER ÊRÎŞAN RABIN'

Nûr anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn binesazî û navendên tenduristiyê hedef digire û wiha domand, “Dewleta Tirk girîngiya van binesaziyan ji bo civakê dizane û ji ber vê êrîş dike. Tevî ku hemû qanûn û peymanên navneteweyî û peymanên Cenevreyê êrîşa li ser navendên xizmetguzariyê qedexe dike jî dewleta Tirk a dagirker qanûn hemû paşguh kiriye. Ji bo ev saziyên tenduristiyê di rewşek baş de xebatên xwe bidomîne, gelek sazî, alî û rêxistinên navneteweyî piştgirî dane. Em dikarin bibêjin ku divê hemû saziyên hiqûqî, tenduristî û navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bêdengiya xwe bişkînin."

DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ DIBE SEDEMA KARESATA MIROVÎ

Hevserokê Rêveberiya Tenduristiyê ya Efrîn û Şehbayê Dr. Azad Reşo jî da zanîn ku piştî koçberiya şêniyên Efrînê ber bi Şehbayê ve, şênî li gorî derfeta heyî nexweşxaneyek biçûk vekirine û wiha domand, “Lê hewcedariya civakê kêm-zêde pêk danî. Ev çend sal in heta niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi berdewamî herêmên Şehba tên bombekirin ev jî ji bilî dorpêçkirina sîstematîk a ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve tê pêk anîn. Vê rewşê bandor li niştecihên vê herêmê bi giştî û li koçberên Efrînê bi taybet kiriye. Her wiha bandor li sektora tenduristiyê ji ber astengkirina hatina dermanan kiriye. Her çawa nexweşxaneyeke din jî li navçeya Til Rifatê heye ku li ser xetên pêwendiyê ye, ew jî hat bombekirin û di encamê de endamekî bijîşk birîndar bû."  

Reşo di dawiyê de bang li rayedarên berpirsyar û welatên garantor kir ku ji bo şikandina vê dorpêçê û rawestandina van êrîşan destwerdanê bikin.