Xelkê Eyn Îsayê dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Hîşê ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê meşiyan.
Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Hîşê ya girêdayî navçeya Eyn Îsayê meşiyan.
Bi sedan şêniyên bajarokê Hîşê yê navçeya Eyn Îsayê ya kantona Firatê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.
Meşê ji pêşiya avahiya Şaredariya Gel destpê kir. Di meşê de pankartên "Terora Tirkiyeyê me natirsîne” û "Em êrîşên barbar ên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin" hatin vekirin.
Meş li ber avahiya Meclisa Bajarokê Hîşe sekinî. Li vir hevserokê meclîsa bajarokê Xelîl El Îsa axivî. Îsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan rexne kir.
Xelîl El Îsa diyar kir ku dê berxwedan û têkoşînê dewam dikin ta herêmên dagirkirî rizgar bikin û planên dagirkirina xaka Sûriyeyê têk bibin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana gelan" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" bi dawî bû.