Xelkê Firatê sersaxî ji malbata şehîd Şahîn re xwest

Di 28'ê Kanûnê de dewleta Tirk Şengal bombebaran kir û di encamê de 5 karker şehîd bûn, yek ji wan karkeran Şahîn Elî yê ji bajarê Kobanê ye. Xelkê Kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Dewleta Tirk piştî pêla nû ya êrîşan li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşî Şengalê jî kir. Bi riya balafireke bê mirov karkerên ku bîr ji gundê Kora Simoqya re dikolandin  kir hedefa xwe, di encamê de 5 karker şehîd bûn.

Ew her 5 karker jî ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, ji bo debara jiyana xwe, berê xwe dabûn Şengalê û dest bi karê kolandina bîran kirin. Lê dewleta Tirk a dagirker bi êrîşa hewayî ew kirin hedefa xwe.

Yek ji wan şehîdan, Şahîn Elî yê ji bajarê Kobanê ye ku bavê sê zarokan e.

Îro şêniyên kantona Firatê ji bo sersaxî bidin malbata şehîd Şahîn Elî berê xwe dan kolana Botan Xerbî. Girseya gel bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” berê xwe da konê sersaxiyê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Berdevka Komîna Şano ya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehmed axivî û diyar kir ku ji bo jiyaneke azad şehîdên me canê xwe feda kirin.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk TEV DEM Bozan Dalî axivî û got: "Bi saya şehîdan doza me ji dagirkeriyê re bûye tirs. Em ê teqez bi ser bikevin."

Li ser navê Malbatê şehîd Şahîn, Emîra Elî destnîşan kir ku duh Şîlan îro jî Şahîn şehîd bû, em ê vê dozê bidomînin û got: "Em ê ji bo welatekî azad heta hetayê berdêlan bidin. Rêber Apo dibêje, eger azadî hêsan ba, Ronahî û Bêrîvanan xwe nedişewitandin. Ji bo em di welatekî azad de jiyan bikin em ê berdêlên hîn girantir bidin."

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Şênî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” derbasî nava konê sersaxiyê bûn.