Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî dewleta Tirk daketin qadan

Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.

Şêniyên Qamişloyê ya kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daketin qadan û bi dirûşma "Bi êrişan û dorpêçkirinê hûn nikarin vîna me bişikînin" meşiyan.

Meşê ji çerxerêya kolana Kornîş û kolana Şehîd Rênas Keleş destpê kir û girseya gel heta Çerxerêya Cotkaran meşiyan.

Li wir hevserokê Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê Talet Yunis axviî û got: "Gelê me yê berxwedêr îro careke din li qadên berxwedanê ye. Ev helwesta wî, rastiya mîrasa wî ya berxwedêr nîşan dide. Her wiha peyama gelê me ji dijmin re ye ku tu kes nikare vîna wî bişikîne."

Yunis diyar kir ku heta dawiyê dê wefdarên şehîdan bin û bang li hêz û rêxistinên demokratîk kir ku piştevaniya doza gelê herêmê bikin.

Her wiha di çalakiyê de bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş axivî û got: "Dewleta Tirk li hember dîroka berxwedêr a gelê herêmê bi pêşengiya jinan bi bin ket. Niha di nava aloziyan de ne lewma siyasetên qirkirinê li dijî herêmê dimeşîne û êriş wê dike."

Rûspiyê qebîleya El Tay û endamê Meclîsa Rûspiyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ferhan El Hesen diyar kir ku pêkhateyên herêmê yên kurd, ereb û suryan yek in û dê li hember êrişan yek bimînin.

Di çalakiyê de bang li gel hat kirin ku tevlî merasîma oxirkirina şehîd Ciwan Elî bibin ku di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî çapxaneya Sîmav de şehîd bûbû. Merasîm dê sibe saet dî 10:00`an de li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bê lidarxistin.