Înîsiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ji saziyên navneteweyî re name şand

Înîsiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, ji saziyên navneteweyî re name şandin û bang li wan kir ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Malpera Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê agahiyên li ser hewldanên nû belav kirin ku însiyatîf bi gelek rêxistinên civakî û hiqûqî re koordîna dike ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bîne.

Li gorî malperê, bi sponseriya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û bi hevkariya Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek name ji rêxistinên navneteweyî û cîhanê yên mafên mirovan re hatin şandin.

Însiyatîfê diyar kir ku peyam ji van rêxistinan re hatine şandin; DMME, Bijîkên Bêsînor, Konseya Ewropa, Komîteya Îşkenceyê ya UN, CPT, Konseya Mafên Mirovan, Heyva Sor a Navneteweyî, WHO, Komkara Erebî û Rêxistina Efû ya Navneteweyî.