Hezar û 25 parêzeran ji bo azadiya Abdullah Ocalan serî li Rêxistina Efûyê dan

Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên din ên Suriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin de, parêzerên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê jî ketibûn nava hewldanan.

Înîsîyatîfa Parêzerên Sûriyeyê Ji Bo Parastina Abdullah Ocalan, di dawiya meha Mijdarê û destpêka Kanûnê (2023) de ji hezar û 25 parêzeran îmze kom kirin.

Îmzeyên ku bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine komkirin, li gel daxwaznameyê bi riya înternetê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hatin şandin.

Îmze her wiha ji bo Ofîsa Sedsalê ya Hiqûqê ku parastina yasayî ya Abdullah Ocalan dike, hatine şandin.