Endama HPC’ê Fîdan Hemo li Şehbayê hat veşartin

Endama HPC’ê Fîdan Hemo ya di 1’ê Çileya 2024’an de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Fafînê hat veşartin.

Endama Hêzên Parastina Cewherî (HPC) Fîdan Hemo ya di 1’ê Çileya 2024’an de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Goristana Şehîdan a Fafînê ya Kantona Şehbayê hat veşartin. Koçberên Efrîn û şêneyên Şehbayê tevlî merasîma veşartinê bûn. Di merasîmê de wêneyê şehîd Fîdan Hemo hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Girseya gel ewilî canezeyê şehîd Fîdan ji Nexweşxaneya Avrîn wergirt û ber bi goristana şehîdan a navçeya Fafînê ve bi rê ketin. Li goristanê li ser navê HPC’ê Zeyneb Baran, sersaxî ji gele Kurd re xwest û got: “Şehîd Fîdan soz dabû gelê xwe û soza xwe anî cih. ‎Em ê jî timî şopdarê rêya şehîdên xwe bibin. Bi saya van şehîdan hebûna gelê Kurd hatiye ‎parastin."

Meclîsa Kantona Efrîn û Şehba Hesonê Ebdo axivî û wiha got: "Keça Efrînê ye, bi saya van şehîdan welatê me tên parastin. Em ê jî li ser rêya şehîdên xwe  bimeşin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.‎

Girseyê şehîd di nav tilîliyên dayikan û dirûşma "şehîd namirin" de spart axê.