ROJANE
Hemû Nûçe
-
Karasû: DYA'yê piştgirî da paşverûtiya li Rojhilata Navîn
"DYA'yê bi biryara xwe ya dawî ya li dijî rêveberên PKK'ê re nîşan dide ku ji bo dewleta Tirk li Rojhilata Navîn were bikaranîn bi feraseta sedsala 20'an tevdigere." -
ROJEVA 23'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Mijdara 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş... -
HDP’ê li Îzmîrê starta hilbijartina xwecihî da
Rêxitina HDP’ê ya bajarê Îzmîrê, bi dirûşma ‘Em ê xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin’ dest bi xebatên hilbijartina xwecihî kirin. -
‘Biryara DMME’yê da nîşandan ku doz hemû siyasî ne’
Rûniştina doza bi îdîaya ‘Heqaret li karmendê li ser erkê kiriye’ ku di derbarê Selahattîn Demîrtaş de hatibû vekirin pêk hat. Demîrtaş ê diyar ku dozên hatine vekirin siyasî ne got: “DMME’yê ev yek îsbat kir.” -
Qedexeya PKK’ê li Schengê hate protestokirin
Li bajarokê Schengenê ya Luksembûrgê ya ku bingeha Yekîtiya Ewrûpayê lê hatibû danîn, qedexeya Elmanyayê ya li ser PKK’ê hate protestokirin. -
Nobeta Dadmendiyê: Divê li gor biryara li ser Demîrtaş biçin
Di Nobeta Dadmendiyê ya Hiqûqnasan de bang hate kirin ku li gorî biryara berdana Selahatîn Demîrtaş a DMME'yê biçin. -
Parêzerên Ocalan cara 766'an serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 766'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Er piştî 8 mehan hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bariş Er ê li Amanosan şehîd bû, piştî 8 mehan radestî malbatê hate kirin û hate veşartin. -
HDP’ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê da destpêkirin
HDP’ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê da destpêkirin. Di civînê de peyama ‘Em xwe ji xespkaran rizgar bikin’ hate dayîn. -
Li Enqerê operasyona qirkirina siyasî
Li Enqerê berê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. -
Zext û zordariya li girtîgeha Dîlokê
Ji girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê Omer Erîn qala zext û zordariya li girtîgehê kir û got, rêveberiya girtîgehê timî diavêje ser qawîşan, wan dixin yek rêzê. Erîn diyar kir, li qawîşa 14 kesî 24 kes dimînin. -
Li Edene gelek hunermend hatin destgîrkirin
Bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî polîsan bi ser malên xebatkarên NÇM'ê de girt û gelek kes destgîr kirin. -
WTO wê bi şîrketên sifir û pola re bicive
Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (WTO), li hemberî bacên ku DYA’yê danî li ser firotina sifir û Pola, Çîn û YE jî tê de wê di derbarê giliyên gelek welatan de biryar bide. -
Fransa û Elmanya pergala hevpar a bejahî û hewayî ava dikin
Li hêlekê polîtîkaya berevaniya hevpar a welatên YE'yê tê nîqaşkirin, Fransa û Elmanya bi îdîaya ku wê xizmetê ji vê re bikE, ragihandin ku ew ê pergala şer a hewayî ya hevpar û projeya hevpar a tangê pêş bixin. -
Hatîmogûllari: AKP desthilatdariyeke dijminê jinan e
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, AKP desthilatdariyeke ku dijminê jinan e û got, "Em vê yekê li salon, korîdor û di civînên komîsyonan ên meclîsê de bi rengekî vekirî dibînin." -
DYA li ser sînorê Tirkiye-Rojava nuqteyên çavdêriyê ava dike
Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mattîs ragihand, wê li ser sînorê Rojava ku dewleta Tirk gefê lê dixwe, nuqteyên çavdêriyê ava bikin. -
ROJEVA 22'Ê MIJDARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Mijdara 2018'an. -
Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.. -
Beriya hilbijartinê îtifaqên di navbera AKP-MHP û CHP-Partiya ÎYÎ de
Beriya hilbijartinê di navbera partiyên çepgir û nîjatperest de hevdîtinên îtifaqê bi lez bûne. Zelaliya piştî hevdîtinên di navbera AKP-MHP û CHP-Partiya ÎYÎ de derdikeve holê. -
Parlamentoya Iraqê maddeyên gumrika Kerkûkê hilweşand
Parlamentoya Iraqê biryara hilweşandina herdu maddeyên gumrikê yên di navbera Kerkûk û Herêma Kurdistanê de da. -
Malbatên Pirsûsê ji bo rûniştina li Hîlwanê ketin rê
Malbatên Pirsûsê ji bo rûniştina Doza Qetlîama Pirsûsê ya sibê ketin rê. -
Li Zonguldakê cenazeyên 3 karkeran hatin dîtin
Li Zonguldakê di encama kana madenê de 3 karkerên ku asê mabûn, mirî hatin dîtin. -
Şaredariya DBP’î: Bi buxtanan hûn nikarin nelirêtiyên xwe veşêrin
Hevşaredara Artemêtê ya Wanê Rojbîn Çetîn nerazîbûn nîşanî gotinên qeyyûm Atif Çîçeklî da yê ku gotibû ‘Mala Xwendinê kirine odeya qanihkirinê ya PKK’ê’. Çetîn got ku, “Hûn bi buxtanan nikarin nelirêtiyên xwe veşêrin.” -
Êşkenceya li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê
Ji ber êşkence û kiryarên xerab ên li girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tên kirin, gilî hate kirin.